Bajarê ku maça Amedspor û Kocaelîsporê dê lê were lîstin diyar bû

29-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Kocaelîspor Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), Amedspor û Kocaelispor dê 2ê Îlonê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bên pêşberî hev.

Rêveberiya Amedsporê ji ber ku stadyuma wê xirab bûye xwestibû maça bi Kocaelîsporê re li Stenbolê bê lîstin.

Kocaelîsporê jî ev daxwaza Amedsporê qebûl kiribû.

Lê Desteya Ewlehiyê ya Werzîşê ya Stenbolê, bi hinceta ewlehiyê ev daxwaz red kir.

Li gor îdîayan li ser vê yekê, Parêzgarê Amedê ji bo maç li parêzgeha Rihayê bê lîstin hewl daye.

Herî dawî Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê nivîsek ji Rêveberiya Plansaziya Maçan re şandiye.

Di wê nivîsê de hatiye gotin ku li ser daxwaza her du tîmên futbolê, maç dê 2ê Îlona 2024an demjimêr 21:00an li Stadyuma 11ê Nîsanê ya Rihayê bê lîstin.

Herwiha hatiye gotin ku derbarê vê biryarê, saziyên pêwendîdar ên Amed, Kocaelî û Rihayê hatine agahdarkirin.

Amedspor û Kocaelîsporê di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de cih digirin.

Di hefteya sêyemîn de Amedspor bi 2 puanan di rêza 16emîn de ye û Kocaelîspor jî bi 9 puanan lîdera lîgê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst