Amedsporê dîsa dilê alîgirên xwe xweş nekir

29-08-2024
Rawîn Stêrk
Alîgirên Amedsporê li Stenbolê / Wêne: Rûdaw
Alîgirên Amedsporê li Stenbolê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Sakaryaspor
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Amedspora ku hefta çûyî li mala xwe têk çûbû ji bo serkeftina yekem li Stenbolê derket pêşberî Sakaryasporê.

Tevî ku tîm bê kêmasî û bi rahênaneke baş hatibû Stenbolê jî bi destê vala li mala xwe vegeriya.

Amedsporê di maça sêyem de jî nekarî bi ser bikeve û maç 0-0 bi dawî hat.

Amedspor ango ew tîma ku di dilê hemû Kurdan de bûye remzeke mezin, ji bo serkeftina ewil a Lîga Yekemîn careke din li Stenbolê bû.

Rikeberê vê carê Sakaryaspor bû û hêvî û kelecan mezin bû.

Bi hinceta rengên formayan rêgirî li alîgirên Amedsporê hat kirin

Lê wekî her carên din dîsa rêgirî li alîgirên wê bû û formayên ku 3 rengî ne nehatin wergirtin.

Li hêla din, gelek kêm bilêt ji Amedsporê re hatin veqetandin û piraniya alîgiran nekarîn herin stadyumê.

Ji ber ku stada wan tê nûjenkirin li ser daxwaza Sakaryasporê maç li nevçeya Esenyurtê hat kirin.

Amedspor a ku ji bo Lîga Super têdikoşe bi kadroya xwe ya temam derket lîstikê.

Ersun Yanal û şagirtên wî bi puanekê razî bûn

Ersun Yanal û şagirtên wî bi hêviya serkeftinê, haziriyeke baş kiribû lê performansa ku ji Amedsporê tê hêvîkirin di vê maçê de jî pêk nahet.

Amedspor dîsa bi ser neket û bi puanekê razî bû.

Maça ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên dijwar de dest pê kir 0-0 bi dawî hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst