Tenîsvanên Şaredariya Êlihê derketin fînalê

Duh li 08:57
RÛDAW
Nîşan Êlih Tenîsvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tenîsvanên ji aliyê Şaredariya Êlihê ve dihatin perwerdekirin derketin fînala Tirkiyeyê.

Ciwanên ku di bin sîwana Şaredariya Êlihê de perwerde bûbûn tevlî turnuwaya tenisê ya herêmî bûn.

Turnuwaya tenisê ya herêmî li Xarpêtê hat lidarxistin.

Werzîşvanên  Şaredariya Êlihê bêyî ku lîstekekê wenda bikin derketin fînalê.

Ji Bakurê Kurdistanê 9 jê jin 9 jî xort bi giştî 18 tîmên lîstikvan tevlî pêşbirkên herêmî yên Şampiyona Tîmên Tirkiyeyê yên temenên wan di bin 18 salan de ye bûn.

Tenîsvanên Şaredariya Êlihê di hemû pêşbirkan de bi ser ketin û derbasî fînala Tirkiyeyê bûn.

Tîma ciwanên Êlihê bi awayekî xurt amadekariyên fînalan dike û dixwaze bi serfirazî vegere Êlihê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst