Swîsre di penaltiyan de ji Fransayê bir

29-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 16 dewreyên dawîn ên 16emîn Şampiyona Futbolê ya Ewrûpayê (EURO 2020) de, Swîsrayê di penaltiyan de bi encama 5-4 ji Fransayê bir û derbasî çarêkfînalê bû. Di dema asayî ya pêşbirkê û dema zêdekirî de leyîz bi encama 3-3 bidawî bûbû

Şeva Duşemê Fînalîsta EURO 2016 û Şampiyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018, Fransa û tîma Swîsreyê di çarçoveya leyîzên gera 16an a Euro2020 de li Stada Neteweyî ya Bucharest a Romanyayê derketin hemberî hev.

Di xûleka 15an de Swîsreyê yekemîn gola xwe û leyîzê tomar kir. Steven Zuber ji milê çepê golê top gihand Haris Seferovic û wî bi derbeke serî top avête nav gola Fransayê û yekem gola tîma xwe tomar kir bi 1-0 tîma xwe da pêş.

Di xûleka 53an de, piştî nirxandina VAR Swîsreyê penaltiyek bi dest xist lê  golparêzê tîma Fransayê Hugo Lloris topa ku yarîzanê Swîsreyî Ricardo Rodriguez lê da, di xûleka 55an de girt.

Di xûleka 57mîn de Fransayê gola xwe yekem tomar kir û encama 1-1 wekhev bû. Bi pasa Kylian Mbappe, Karim Benzema gola ewil a Fransayê tomar kir.

Di xûleka 59an de Karim Benzema goleke din bo Fransayê tomar kir û bi encama 2-1 Fransa da pêşiya Swîsreyê.

Di xûleka 75an de, stêrkê Fransî Paul Pogba bi golek ji 25 metroyî ve encama leyîzê kir 3-1 di berjewendiya Fransayê de.

Di xûleka 81an de, Seferovic careke din gol ji bo tîma Swîsre lê da û hêvî vegerande bo tîma xwe.

Di xûleka 90mîn de Swîsreyê gola xwe ya sêyem û wekheviyê avêt. Mario Gavranovic, ku gava ket qada cezayê, bi lêdana xwe ji quncikê de top gihand torê, û encamp kir 3-3.

Piştre herdu tîman bo dema 30 xûlekan di dema zêde de berdewamî dan pêşbirka xwe, lê ti aliyekî nekarî gola serkeftinê tomar bike û rewş gihîşt lêdana penaltiyan.

Ji bo tîma Swîsreyê, Gavranovic, Schar, Akanji, Vargas û Mehmedi penaltî lêxistin û topên xwe kirin gol.

Bo tîma Fransayê jî, Pogba, Giroud, Thuram û Kimpembe û Mbappe penalty lêdan lê Mbappe nekarî topa xwe bike gol û bi vî awayî Swîsreyê bi encama 5-4 leyîz bir û bo qonaxa çarêkfînalê serket.

Biryar e roja 2ê Tîrmehê û di saet 19:00 de tîma Swîsreyê bi tîma Spanyayê re bilîze.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst