Dora duyem a kûpa cîhanê ya Brêzîliya 2014: Kosta Rîka-Yûnanistan

Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçevoya lîstikên kûpa cîhanê ya fûtbolê ya Brezîlya 2014an de, di dîroka kûpaya cîhanê de yekemîn car e Kosta Rîka û Yûnanistan dê werin hemberî hev.

Kosta Rîka çaremîn car e tevlê kûpaya cîhanê dibe lê lîstika wê bi Yûnanistan re dibe dehemîn rûbirbûna wê bi Yûnistanê re.

Lê yekemîn lîstika wan dê îşev li stadyûma Pernambuco ya bajarê Recife yê Brêzîliyayê de bê lîstin û hekemê Awustûryayî Benjamîn Williams dê lîstike îdare bike.

Maç saet 23:00 bi dema Hewlêrê dest pêdike.