Dora duyem a kûpa cîhanê ya Brêzîliya 2014 : Hollanda-Meksîka

Hewlêr (Rûdaw)- Di çarçevoya lîstikên kûpa cîhanê ya fûtbolê ya Brêzîliya 2014an de, di dîrokê de Hollanda û Meksîka dê cara heftemîn werên hemberî hev.

Li 6 maçên pêştir, Hollanda 3 û Meksîka 2 caran bir û carekî jî her du tîm wekhev mabûn.

Hollanda û Meksîka di wan lîstikan de 11 gol avêtibûn. Di maça 21 Gulana 2010 de Hollanda bi encama 2-1 li Meksîkayê bir.

Lê heftemîn lîstika wan dê îşev li stadyûma Castelao ya bajarê Forteleza yê Brêzîliyayê de bê lîstin û hekemê Portekîzî Pedro Proença dê lîstikê îdare bike.

Maç saet 19:00 bi dema Hewlêrê dest pêdike.