R. Madrid Allianz Arena hejand

 

Hewlêr (Rûdaw)- Di lîstikeke berovajî hemû pêşbîniyan, tîma Real Madrid karî bi 4 golan li ser tîma Bayern Muchen biser keve.

Di çarçoveya lîstika vegerê ji gerra berî dawî ji şampiyoniya Ewropa, li ser yarîgeha Allianz Arena tîma B. Munschen pêşwazî li tîma R. Madrîd kir.

Tîma R. Madrid karî berovajî pêşbîniyên pisporan serkeftineke mezin bi 4 golên bêberamber li ser B. Munschen bidest bixe û pilêta derbasbûna lîstika dawî ya şampiyoniya Ewropayê bidest bixe.

R. Madrid karî bi pilaneke bihêz ji xuleka yekem de lîstikê kontrol bike heta di xuleka 16an de Ramos golê yekem bo R. Madrid tomar bike.

Di xuleka 20an de, carek din Ramos bi serê xwe golekî din li ser B. Munschen tomar kir.

Di xuleka 34an de, stêrka R. Madrîd û baştirîn lîstikvanê cîhanê Ronaldo golek bo tîma xwe tomar kir û di xuleka 86an de jî golê xwe yê duyem û golê çarem bo R, Madrid tomar kir û bi vê encamê lîstik bidawî hat.

Sibê lîstika duyem ya xula berî dawî di navbera Chelsea û Atlikio Madird birêve diçe û tîma ku biser bikeve dê himberî tîma R. Madrîd roja 14ê Gulanê di lîstika dawî ya şampiyoniya Ewropa de bilîze.