Di kilasîkoya Kataloniyayê de Barselona biser ket

29-03-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Di kilasîkoya herêma Kataloniyayê ya Spanyayê de, tîma Barselona serketin li ser tîma Espanyol bidest xist, lê li gor hin pisporên warê sporê, serkeftina Barselona biguman bû.

Berî bîstekê, di çarçoveya hefteya 31ê ya xula La Lîga ya Spaniyayê de, lîstika di navbera Barselona û Espanyol de ku wek “Kilasîkoya Kataloniyayê” tê binavkirin, bidawî hat.

Di destpêka lîstikê de, tîma Espanyol karî hêza xwe li ser Barselona bisepîne û yarîgehê kontrol bike, û çend caran gef xistin li ser golparêzê Barselonayê.

Lê piştî derbasbûna nêzîkî 20 deqeyan li ser demê yariyê de, Barselona hê bi ser lîstikê ve bû û karî hêza Espanyolê kêm bike û hêza xwe jî nîşan bide.

Di xuleka 75an de derfeta herî zêrîn ji Barselona re hat da golekî tomar bike, lê topa lî stikvanê bi navê Gerard Pique li stûna gola Spanyol ket û nebû gol.

Di xuleka 77an de dadwerê lîstikê, penaltiyek li ser tîma Espanyol ji berjewendiya Barselona re hisab kir, û ev biraya dadwer jî bû cihê gumanê di nava pisporên werzişê de.

Penaltî ji aliyê yarîzanê navdar Messi ve bi serkeftî hat encamdan. Di her 10 xulekên dawiyê de jî golparêzê Espanyolê kerta sor xwar û lîstik bi golekî bêberamber û bi serkeftina Barselonayê bidawî bû

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst