Cristiano Ronaldo ji ber ‘Messi’ ceza wergirt

29-02-2024
Nîşan Cristiano Ronaldo Lionel Messi El Nesr Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanê navdar ê futbolê Cristiano Ronaldo dê ji ber “Lionel Messi” maçekê nelîze.

Tîmên El Nesr û El Şebabê yên Erebistana Siûdiyê li stadyûma El Şebabê hatin pêşberî hev û El Nesr 3-2 bi ser ket.

Piştî maçê alîgirên El Şebabê li ser navê Lionel Messi dirûşm bilind kirin.

Ronaldo jî berê xwe da wan alîgiran û “hereket”ek kir.

Federasyona Futbolê ya Erebistana Siûdiyê ji ber vê tevgera wî maçek ceza da Cristiano Ronaldo.

Federasyonê herwiha bi qasî 10 hezar riyalên Siûdî cezayê pereyan jî li Ronaldo birî.

Federasyona Futbolê bi qasî 20 hezar riyalên Siûdî jî cezayê pereyan da tîma El Şebabê.

“Em li Ewropayê hînî van tiştan bûne”

Cristiano Ronaldo piştî ku cezayê wî hat eşkerekirin got:

“Ez rêzê li hemû tîman digirim. Ez piştî maçê ji ber serkeftinê kêfxweş bûm.

Min tiştekî ku şerm be nekiriye. Em li Ewropayê hînî van tiştan bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst