Brezîlya bi gola Casemiro derbasî qonaxa 16an bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê de Brezîlya di pêşbirka xwe ya duyemîn a Koma Gyê da Swîsreyê 1-0 têk bir û derbasî qonaxa 16an bû.

Di Koma Gyê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê dê Brezîlya û Swîsre li Stadyûma 974 hatin hemberî hev.

Pêşbirk 1-0 bi serkftiya Brezîlyayê bi dawî bû.

Casemiro di xuleka 83yemîn de gola serkeftinê Brezîlyayê avêt.

Bi vê encamê di dawiya du pêşbirkan de Brezîlya giheşt 6 pûanan û qonaxa 16an misoger kir.

Swîsre jî bi 3 pûanan di rêza duyemîn de ma.

Brezîlya di pêşbirka xwe ya dawîn a komê de dê bi Kamerûnê re were hemberî hev. Swîsre jî dê bi Sirbistanê rê bilîze.