Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka Koma Gyê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de Gana Koreya Başûr 3-2 têk bir.
Koreya Başûr û Gana li Stadyûma Bajêr a Perwerdehiyê hatin hemberî hev.
Lîstik 3-2 bi serkeftina Ganayê bi dawî bû.
Tîma Afrîqayê Gana di nîveka yekem de di xuleka 24an de bi gola Mohammed Salisu û di xuleka 34an de bi gola Mohammed Kudus 2-0 ket pêşiya Koreya Başûr.
Koreya Başûr bi lez dest bi nîva duyemîn kir. Cho Gue-Sung di xulekên 58 û 61an de 2 gol li ser hev avêt û rewşê ki 2-2.
Gana encama pêşbirkê diyar kir. Mohammed Kudus di xuleka 68an de goleke din jî avêt û bi vê golê Gana bi 3-2 ji Koreya Başûr bir.
Bi vê encamê Gana di komê de serkeftina xwe ya yekem bi dest xist û bi 3 pûan û lîstika zêde derket rêza 2yemîn.
Koreya Başûr jî ku xwediyê 1 pûanî ye, bi lîstika zêde daket rêza dawî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse