Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Azîz Elaldi ragihand ku wan ji Ozgur Ozel piştgirî xwestiye.
Serokê Giştî CHPyê Ozgur Ozel 23yê vê mehê çûbû Ameda Bakurê Kurdistanê û Amedspor jî ziyaret kiribû.
“Me jê piştgirî xwest”
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi diyar kir ku Ozgur Ozel hewl dide li kêleka Amedsporê be û got:
“Me bi vê ziyaretê careke îsbat kir ku Amedspor ji bo Tirkiye bigihe aştî, demokrasî û azadiyê hîmekî bingehîn e.
Ozgur Beg hewl dide ku tim li kêleka me be, ji ber vê jî em spasiya wî dikin.
Me jê got ku em dixwazin îdareyên cihî yên CHPyê piştgiriyê bidin me.
Me ji Ozgur Ozel re got ku em dê li Amedê akademiyeke werzişê ava bikin.
Me ji bo jêrxaneyê piştgiriya wan xwest ku ne tenê bajarê me, dê hemû herêmê eleqedar bike.
Wî jî got ku ew dê bi Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu re biaxive.
Em dê bi Yêkitiya Şaredariyan a Tirkiyeyê re xebatên hevpar bikin ku Îmamoglu serokê wê ye.”
Azîz Elaldi amaje pê kir ku di nav projeyên wan de komplekseke mezin a werzişê heye û ew dê ji bo vê jî bi Îmamoglu re hevdîtinekê bikin.
Li gorî agahiyên ku Elaldi dane, dê ev kompleks berê zarokan bide werzişê û wan ji bo paşerojê amade bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse