Serokê Amedsporê ji Denîz Nakî lêborîn xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amedsporê Azîz Elaldi beriya maça bi Sakaryasporê re, derbarê nîqaşa ku bi kaptanê berê Denîz Nakî re derketibû daxuyanî da.

Di navbera Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldi û kaptanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî de berî çend rojan li ser medyaya civakî nîqaş derketibû.

Azîz Elaldi piştî daxuyaniyên her du aliyên li ser mijarê dîsa axivî.

“Min hewce dît ku daxuyaniyeke nû bidim”

Elaldi daxuyaniya berî çend rojan a Desteya Rêveberiya Amedsporê bi bîr xist û got:

“Min dît ku daxuyaniya çend roj berê ya Desteya Rêveberiya Amedsporê têr nehat dîtin, lewma min hewce dît ku vê daxuyaniyê bidim.

Wekî di daxuyaniyê de hatibû gotin, çanda ku Amedspor jê hatiye çanda rexne û rexnedayînê ye.

Amedspor malbateke mezin e û eger me xeletiyên îdarî kiribin bila gumana kesî tunebe ku em dê bi hemû hêza xwe van xeletiyan rast bikin.

Di vê çarçoveyê de ez qebûl dikim ku diyaloga bi kaptanê me yê berê yê hêja re ya li ser medyaya civakî li me nehat.

Bi vê minasebetê, ez ji kaptanê me yê berê bi taybetî û ji hemû kesên ku xizmeta klûba me kiriye, ji her kesê ku min li ser medyaya civakî aciz kiriye, lêborîna xwe dixwazim.

Derfeta min çêbû ku ez pêşniyar û rexneyên kaptanê me yê berê bi Desteya Şêwirmendiya Bilind re binirxînim.

Di vê sezonê de ji bo ku em bi ser bikevin banga min ji hemû alîgirên Amedsporê re ev e:

Werin em hemû bibin yek û piştgiriya xwe ji me negirin.

Werin em di encama xebata xwe ya hevpar de tîmê xwe bigihînin cihê ku heq dike.

Her endamê camîaya me ji bo me hêja ye.

Em bi hev re bi ser ketin û em dê dîsa bi ser bikevin.

Her bijî Amedspor! Armanc Lîga Super e!”

Çi bûbû?

Kaptanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bangî Serokê Amedsporê kiribû û gotibû heta dawiya hefteyê dem heye ku tu îstifa bike, eger neke ew dê hinek tevgerên nelirê eşkere bike.

Rêvebirên Amedsporê jî têkildarî vê daxwaza Denîz Nakî daxuyanî da.

Azîz Elaldi jî gotibû, "Eger belav neke namerd e."

Her wiha Rêveberiya Amedsporê jî piştgirî dabû Elaldi û wekî bersiva banga Denîz Nakî di daxuyaniyekê de gotibû:

“Hedefgirtina serok û rêveberên klûbê, bi tunehesibandina çanda muzakereyê ya klûba me ya li medyaya civakî û kanalên din, ji bilî zererdayîna klûbê ti wateyeke xwe nîne.

Ev nêzîkatiyên ku tîma me tine dihesibînin em bi ti awayî qebûl nakin.

Bila hemû alîgir û yên dil dane Amedsporê bizanin ku tiştekî ku klûba me nikare eşkere bike nîne.”

Paşê Denîz Nakî bi vîdeoyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye ragihand ku ew dê belgeyên derbarê Elaldi belav bike.