Juan Izquierdo di maçê de ji hiş çûbû, xebera ne xweş hat

28-08-2024
Nîşan Juan Izquierdo Mirin Nacional
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Futbolîstê Uruguayî Juan Izquierdo di maçê de ji hişê xwe çûbû, îro xeber hat ku miriye.

Tîmên Nacional û Sao Paulo di lîstika Copa Libertadoresê hatin pêşberî hev.

Juan Izquierdoyê 27 salî dema maçê berdewam dikir bi carekê re ket erdê û ji hişê xwe çû.

Tîmên tendurisitiyê midaxeleya ewil li qada lîstikê kir û paşê ew bir nexweşxaneyê.

Izquierdo 4 rojan li nexweşxaneyê li ber xwe da lê vê sibehê xebera tehl hat.

“Em şîna wî girê didin”

Nacionalê xebera mirina wî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û got:

“Em bi êşeke giran a di dilê xwe de xebera wefata lîstikvanê xwe Juan Izquierdo radigihînin.

Em şîna wî girê didin û ew dê heta hetayê bi me re be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst