Barana golan: Liverpool 9 - 0 Bournemouth

28-08-2022
RÛDAW
Nîşan Liverpool Bournemouth Lîga Premierê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Liverpoolê di hefteya 4emîn a Lîga Premierê ya Brîtanyayê de Bournemouth 9-0 têk bir.

Liverpoolê li Stadyuma Anfield, bi golên Luis Diaz 3 û 85, Harvey Elliott 6, Trent Alexander-Arnold 28, Roberto Firmino 31 û 62, Virgil van Dijk 45, bi gola Chris Mepham a ku di xuleka 46an de avête xwe û bi gola Fabio Carvalho ya di xuleka 80 de bi giştî 9 golan Bournemouth têk bir.

Liverpool di lîgê de serketina xwe ya yekem bi dest xist û puanên xwe derxiste 5an.

3 puanên Bournemouthê hene.

Li aliyê din Liverpoolê di dîroka Lîga Premierê de rekora herî cûda ya golan a xwe tomar kir.

Manchester United di sala 1995an de li hember Ipswich Town û di 2021an de li hember Southampton û Leicester City jî di sala 2019an de li hember Southampton bi 9 golan serkeftinên cuda tomar kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst