Tîma Kurdistanê bi 4-0 serkeftin bi dest xist

29-07-2019
RÛDAW
Nîşan Tîma Kurdistanê Norway Cup 2019 Drobak Frogîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê îro di çarçoveya Norway Cup 2019 de, serkeftineke mezin tomar kir û bi 4 golên bê beramber ji rikeberê xwe bir.

 

Di yekemîn leyîza xwe ya di çarçoveya Kûpaya Norwêjê de, îro Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê demjimêr 18.25an çû hemberî tîma Drobak Frogînê.

 

Tîma Kurdistanê yekem leyîza xwe bi 4-0 bir û 3 xalên giring bi dest xist.

 

Di xûleka 22an de Helo Fayeq yekemîn gola tîma Kurdistanê tomar kir, piştre di xûleka 31an de Dana Mustefa gola duyem ji tîma xwe re qazanc kir.

 

Di nîveya duyem a leyîzê de jî, her yek ji Ebdullah Salih û Eyser Qasim, du golên din ji tîma Kurdistanê re tomar kirin û bi vî awayî, Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê yekemîn leyîza xwe ya di Norway Cup 2019 de bi 4-0 bir.


Biryar e sibe Duşemî 29ê Tîrmehê demjimêr 13.40an, tîma Kurdistanê li hemberî tîma Hasl Lorenê bilîze.

 

Tîma Netewî ya Ciwanan a Kurdistanê, piştî 4 salan di kategoriya A de beşdarî Norway Cup 2019an de bûye.

 

Norway Cup ji sala 1972an ve bê navber di meha Tîrmehê de tê lidarxistin û ji 60 welatan tîmên futbolê beşdariyê têde dikin.

 

Tîma Kurdistanê jî heta niha 4 caran beşdarî Norway Cupê bûye. Tîma Kurdistanê sala 2012an neket nav 32 tîmên dawiyê, 2013an bû sêyem û 2014an jî bû dûyem.

 

Tîma Kurdistanê di beşdarya xwe ya dawîn a sala 2015an de bibû serkeftiya Norway Cupê û kûpa bidest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst