Dalkurdê di deqeya dawîn de 2 xal ji dest dan

28-07-2019
RÛDAW
Nîşan Dalkurd Kurd Kurdistan Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Dalkurdê bi armanca dewamkirina serkeftina xwe û bilindbûna bo rêzên pêşiyê, hat hemberî tîma Vasterasê.

 

Li Xula Yekem a Swêdê lîstikên hefteya 17an birêve diçin û di vê çarçovê de tîma Dalkurdê, hat hemberî tîma Vasterosê. 

 

Yariya ku îro li yarîgeha Vasterosê demjimêr 16.00an dest pê kir  1-1 beramberî bi dawî bû. Armanca Dalkurdê ew bû ku sêyem serkeftina xwe ya li ser hev bidest bixe û bilindbûna xwe ya bo pileyên jortir berdewam bike.

 

Dalkurdê gelek baş dest bi yariyê kir û di deqeya 4an de Joseph Ceesay golek avêt û tîma xwe bi ser xist. Lêbelê  yarîzanê Vasterasê Douglas Karlberg di deqeya 90+9an de ku dawîn deqe bû, golek avêt û xalek ji bo tîma xwe xilas kir û yarî bi vê encamê 1-1 bi dawî hat. Yarîzanê Dalkurdê Cristopher McVey di deqeya 78an karta sor wergirt û tîma xwe hişt 10 kes.

 

Dalkurd di yariya qonaxa yekem de 6-1 li hemberî Vasterosê têk çûbû.

 

Tîma Dalkurdê jibilî van herdu armancan, dixwast tola xwe ya şikestina yariya yekem a li hemberî wê tîmê hilbide. Eger Dalkurd li hemberî hevrîka xwe serbiketa dê gihiştiba rêza 4an.

 

Dalkurd bi vê encamê bi 27 xalan ji rêza 7an ber rêza 5an ve bi ser ket û tîma Vasterosê jî bi 20 xalan di rêza 11an de cihê xwe girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst