AMED – Rahênan bi rêya bernameya mobilê ligel futbollîzên biyanî diaxive

28-07-2018
RÛDAW
Nîşan Çermikspor Kolombiya Luis Alberto Diego Alejandro
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rahêhanê tîma Çermîkspor a Amedê ligel 2 futbollîzê ji Kolombiyayê transfer kirine, ji ber ku kesê wergerê bike nîne, bi bernameyeke mobilê ya wergerê peywendiyê dike.

 

Tîma Çermîksporê îsal ji Lîga 1em a Amator a Amedê derbasî Lîga Super Amator a Amedê bû û ji Tîma Deportes Tolima ya Lîga A ya Peremiera Kolombiyayê futbollîzê bi navê Luis Alberto û ji heman welatî ji Tîma Cucuta Deportivo ya Lîga B ya Peremierê futbollîzê bi navê Diego Alejandro transfer kirin.

 

Hat zanîn ku tîma Deportes Tolima ya Luis Alberto par di Lîga A ya Peremiera Kolombiyayê de bûye şampiyon, lê futbollîzê xort ji ber ku zêde derneketiye yariyan, wî rêya Çermîkspor a Amedê hilbijartiye.

 

Herdu futbollîz Luis Alberto û Diego Alejandro piştî rêwitiya 20 seat bi balafirê ji welatê xwe ber bi Stenbolê ve, derbasî Amedê bûne. Çermîksporê dê ka salane çi qas pere bidan wan heta niha eşkere nekiriye.



 

Pirsgirêka ziman heye

 

Transfera futbollîzên navborî deng veda, lê ji ber ku ew tenê zimanê spanî dizanin û li navçeya Çêrmûgê kes wî zimanê nizane persgirêka wan a ragihand û danûstandinê heye. Luis Alberto û Diego Alejandro ligel lijneya teknîk û rêveberiya klûbê bi bernameyeke mobilê ya wergerê peywendiyê dikin.

 

Rahênanê Çermîksporê Hacî Eroglu diyar kir ku armanca wan îsal şampiyontî ye û wan bi vê mebestê Alberto û Alejandro transferî tîma xwe kirine.

 

Hacî Eroglu wiha got: “Me bi rêya menejeran (kargêr) ji Kolombiyayê du futbollîz transfer kirin, lê di ragihand û dansûtandinê de pirsgirêka heme heye. Em ni bi bi bernameyeke mobilê ya wergerê ji hev fêm dikin. Ew jî hînê me û navçeyê bûne. Serokê Şaredariya Çêrmûgê Şehmus Karamehmetoglu dê xerciya bigire ser xwe. Em ji bo vê piştevaniya spasiya birêz Karamehmetoglu dikin. Armanca me di Lîga Super Amator a Amedê de şampiyontî ye û em dê li gor vê yekê tîma xwe saz bikin. Tevhiya tîmê dê 10ê Tebaxê kom bibe û pişt re em dê bikevin kampê.”



 

Nûçeya transferkirina herdu futbollîzan li navçeya Çêrmûgê bûye cihê keyfxweşiye û xelk bi erênî pêşweziya vê yekê kirine.

 

Xelkê navçeyê jî li dikanên xwe wan dikin mêvanên xwe bi rêya mobile pirsên meraq dikin ji wan dipirsin.

 

Luis Alberto û Diego Alejandro jî hînê wê rewşê bûne û dibêjin ew ji Çêrmûg û xelkê wê hez dikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst