Brêzîliya bi zorê li nav kûpaya cîhanê ya 2014an de ma!

28-06-2014
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di têkoşîna Kûpaya Dinyayê ya fûtbolê ya 2014an a Brêzîlyayê de, Brêzîliya xwe bi zorê ji nav destê Şîliyê rizgar kir û bi zora penaltiyan li hevrika xwe bir.

Îşev yek ji lîstikên herî bizehmet ên kûpaya cîhanê hat lîstin, ji ber ku tîmên Brêzîliya û Şîlî ji bona birinê û derbasûna qonaxa çareka fînalê hatin hemberî hev.

Di dema qanûnî ya lîstikê de her du tîm bi encama 1-1 wekhev man lê diviya ji her du tîman tîmek tenê derbasî qonaxa din a kûpayê biba lewma qedera lîstikê ket destê penaltiyan.

Di penaltiyan de Brêzîliya karî bi encama 3-2 xwe ji destê Şîliyê rizgar bike û derbasî qonaxa çareka fînalê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst