Almanya û Spanya 1-1 wekhev man

28-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di Koma E ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an da Almanya û Spanyayê 1-1 wekhev man û puan di navbera xwe parve kirin.

Lîstika her du tîman li stadyuma El Bêyt a Dohayê hat lidarxistin.

Di xûleka 40an a lîstikê de Antonio Rudiger bi serê xwe golek bo tîma Almanyayê tomar kir, lê belê ji ber offsaydê gol hat betalkirin.

Di deqîqeya 62emîn a pêşbirkê de Jordi Alba ji baskê çepê gog şand erdê, Morata ku ber bi çepera pêşiyê ve diherikî derbek çêkir golek bo Spanyayê tomar kir û bi 1-0 tîma xwe xiste pêş

Di xûleka 83an de Niclas Fullkrug karîn gola wekhev tomar bikin û encama lîstikê bi 1-1 guherandin.

Di pêşbirka ewil a Koma E ya Kûpaya Cîhanî de Spanyayê bi encama 7-0 ji Kosta Rîkayê biribû û Almanya li hember tîma Japonê binketibû.

Di lîstika dawî ya komê de roja Pêncşemê Japon-Spanya û Kosta Rîka-Almanya dê bên hemberî hev.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst