Amedsporê bi 10 kesan 2-0 Înegol têk bir

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma futbolê ya Amedsporê bi encama 2-0 ji tîma Înegolê bir û 3 puanên din bidestxistin.

Di çarçoveya heftiya 16an a lîga duyem a futbola Tirkiyê de, îro her du tîmên Amedspor û Înegolê hatin pêşberî hev.

Tîma Amedsporê di lîstika îro de bi du golên Mansur Çalar û Muhammet Raşit Yondem biserket. Herdu golên tîmê di nîveka duyem a lîstikê hatin tomarkirin. Mansur Çalar di xûleka 66an Muhammet Raşit Yondem di xûleka 79 a lîstikê de ji tîma Amedsporê re gol tomar kirin.

Lîstikvanê tîma Amedsporê Mustafa Huseyin Seyhan di xûleka 44an de karta sor wergirt û ji lîstikê hat derxistin.

Bi vê serkeftinê tîma Amedsporê bi 15 lîstikan xwediyê 30 puanan e di rêza yekem a grûpa spî de cih girtiye.

Tîma duyem a grûpê jî tîma Şanliurfasporê ye ku ew jî bi 15 lîstikan xwediyê 30 puanan e lê belê ji ber golek kêmtir ji Amedsporê avêtiye, di rêza duyem de ye.

Herwiha îma Înegolê di rêzbendiya grûpê de tenê 13 puanên wê hene û di rêza 17an de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst