Messi avêt, Arjantîn bi 2 golan ji Meksîkayê bir

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanî ya 2022an de ku li Qatarê tê lidarxistin, Arjantîn Meksîka 2-0 têk bir û 3 pûan bi dest xist.

Di Koma Cyê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de Arjantîn û Meksîka li Stadyûma Lusailê hatin hemberî hev.

Arjantîn ku di pêşbirka xwe ya ewil de ku bi awayekî surprîz li hemberî Erebistana Siûdî têk çû, di pêşbirka xwe ya duyem de hewl da bi hemû hêza xwe ji komê derkeve, li hember Meksîksayê di nîva yekem de nekarî bi ser bikeve.

Di nîva duyem a pêşbirkê de Arjantînê di xuleka 64an de bi saya Lionel Messi golek avêt û 1-0 ket pêş.

Enzo Fernandez di xuleka 87emîn de gola duyem a Arjantînê avêt û di encama pêşbirkê de Arjantîn Meksîkayê 2-0 têk bir.

Bi vê skorê Arjantîn bû xwediyê 3 pûanan. Di pêşbirka dawî de Arjantîn dê bi Polandê re, Meksîka jî bi Erebîstana Siûdî re bilîzin.