Mbappe Fransa derbasî qonaxeke din kir

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanî Fransa Denmark
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanî ya Qeterê ya 2022an de Fransa di Koma Dyê de Denmarkê 2-1 têk bir û derket qonaxa 16an

Di pêşbirka duyemîn a Koma D ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de, Fransa û Denmark li Stadyuma 974ê hatin pêşberî hev.

Tevî ku Fransa di nîva ewil de bi zexteke zêde lîst jî, di pêşbirkê de gol nehatin avêtin.

Fransa di nîva duyemîn de jî lîstika xwe ya bi bandor berdewam kir û di xuleka 61emîn de bi gola Mbappe re 1-0 ket pêş.

Denmarka di xuleka 68emîn de bi Christensen gola wek heviyê avêt û skor bû 1-1.

Mbappe di xuleak 86emîn de gola xwe û ya Fransayê ya duyem avêt û careke din Franyê xist pêş.

Fransaya di encama pêşbirkê de 2-1 bi ser ket, di Qatar 2022an de bû tîma yekem ku navê xwe di qonaxa 16an de tomar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst