Amedspor û Pendîkspor dê li Îdirê bilîzin

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor û Pendîkspor îro li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di maça Hefteya 10emîn a Lîga Yekemîn de tên pêşberî hev.

Ji ber ku Stadyûma Amedsporê ne amade ye lîstika Amedspor û Pendîksporê dê saet 16:00an li Stadyûma Bajêr a Îdirê were lîstin.

Serokê Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê banga beşdariya lîstikê kir.

Berî du rojan biryara qedexeya beşdariya alîgiran hatibû dayîn lê piştî nerazîbûna Amedsporê biryar hatibû betalkirin.

Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 13 pûanan di rêza 13an de ye û Pendîkspor jî bi 11 pûanan di rêza 17an de ye.