Navenda Nûçeyan - Di 13emîn pêşbirka Şampiyonaya Cîhanî ya Formula 1ê de li Belcîka Grand Prixê pîlotê Alman yê tîma Ferrariyê bû yekemîn
13emîn misabeqeya sezonê ya Formula 1ê li pîsta Spa-Francorchampsa Belcîkayê li ser 44 turan hat kirin.
Sebastian Vettel ê ku weke 2yemîn dest bi pêşbirkê kir, beriya rikaberê xwe xeta finişû derbas kir û 5emîn şampiyona sezonê û 52yemîn şampiyona jiyana xwe bi dest xist.
Pîlotê Mercedesê yê Brîtanî Lewis Hamilton bû 2yemîn û Max Verstappenê Hollandî yê taximê Red Bull-TAGê jî bû 3yemîn.
14emîn pêşbirka sezonê Îtalya Grand Prix dê 2yê îlonê bê kirin.
Pîlotên Belcîka Grand Prixê yên 10ê yekem:
1. Sebastian Vettel (Ferrarî)
2. Lewis Hamilton (Mercedes)
3. Max Verstappen (Red Bull-TAG Heuer)
4. Valtteri Bottas (Mercedes)
5. Sergio Perez (Racing Point Force India)
6. Esteban Ocon (Racing Point Force India)
7. Romain Grosjean (Haas-Ferrari)
8. Kevin Magnussen (Haas-Ferrari)
9. Pierre Gasly (Toro Rosso-Honda)
10. Marcus Ericsson (Sauber)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse