Diyarbakirspor ji pirsgirêkan xilas nabe

 

Amed (Rûdaw) - Tîma Bakûrê Kurdistanê ya Diyarbakirspor ji pirsgirêkan xilas nabe. Piştî aloziyên siyasî û aborî niha jî ji aliyê bikaranîna navê “Diyarbakirsporê” ve pirsgirêkan dijî û dadgeh dibêje tîm nikare wî navî bi kar bîne.

 

Tîma Diyarbakirsporê ku ji aliyê herkesî ve bi vî navî tê naskirin, niha bi navê Yenî Diyarbakirspor derdikeve pêşbaziyan. Dema rêveberên tîmê xwestin navê Diyarbakirsporê wenda nebe û dîsa vî navî bi kar bînin dadgehê rê neda vî navî û bikaranîna navê Diyarbakirsporê betal kir.

 

Berdevkê Diyarbakirsporê Saffet Azbay ji Rûdwê re got wan tişteke deryasayî nekirî ye.

 

Di pêşbaziyan de jî alîgirên tîmê dema berzkirina diruşmên alîgiriyê de jî navê Diyarbakirsporê berz dikin û dibêjin ew hînî navê nû nebûne.

 

Rêveberên berê yên tîmê jî di wê baweriyê de ne ku pêwîst e navê Diyarbakirsporê winda nebe û hîn salên dirêj bijî.

 

Rêveber amaje dikin ku eger ji bo navê Diyarbakirsporê destûr neyê dayîn ew ê navê xwe bikin Diyarbekirspor ku heta sala 1937’ê jî navê bajêr Diyarbekir bu û paşê bu Diyarbakir.