Dibe Neymar dernekeve lîstika bi Real Madrîdê re

Navenda Nûçeyan - Hestiyê lingê Neymar ê yarizanê Parîs Saînt-Germaîna (PSG) şikest û dibe heta yariya Parîs Saînt-Germaîna û Real Madrîdê sax nebe.

 

Di daxuyaniya kulubê ya li ser malperê da hat diyarkirin ku Neymarê ku di pêşbirka lîgê ya bi Olympique Marsilyayê ra hat lîstin da seqet bibû ji kontrola tenduristiyê ra hat derbaskirin.


Parîs Saînt-Germaîna bi daxuyaniyke nivîskî ragihand ku lingê Neymar wergeriya guzeka wî êşyaye û hestûyê şeyê lingê wî jî şikestiye. Hat diyarkirin ku dest bi dermankirina lingê Neymar kirin.


Li gor çapemeniya Fransayê, yarizanê ji Brezîlyayê ewê di pêşbirka kupayê ya bi Olympique Marsilya re û pêşbirka lîgê ya bi Troyesê re werin lîstin de tîma xwe bi tenê bihêle û nelîze.


Parîs Saînt-Germaînê di 6ê adarê de ji bo Lîga Şampiyonan a UEFAyê dê derkeve hemberî Real Madrîdê lê nayê zanîn ka Neymar dê heta wê listikê baş bibe yan na.