Husên Bolt bû futbolîst û ev jî tîma wî ye

Navenda Nûçeyan – Werzîşvanê bez û maratonan ê navdar ê cîhanê Husên Bolt piştî ku dest ji atletîzmê berda bû futbolîst.

 

Werzîşvanê Jamaîkayî Husên Bolt ragihand, ku dê di yaneya Mamelodi Sundowns a Efrîqa Başûr de bilîze.

 

Husên Bolt duh li ser navnîşana xwe ya tora civakî vîdeoyek parve kiribû û gotibû, ku wî li gel yaneyekê li hev kiriye û ew dê futbolê bilîze.

 

Bolt eşkere kir, ku wî li gel yaneya Mamelodi Sundowns li hev kiriye.

 

Tima Sundows niha di lîga Efrîqa Başûr de serkêşê rêzbendê ye.

 

Tê zanîn, ku Husên Bolt alîgirê tîma Manchester United a brîtanî ye.

 

Bolt di beza 100 û 200 metreyî de xwedî du rekordên cîhanê ye.