Amedspor bêyî alîgir jî bi ser ket

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Duzcespor Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor tevî astengiyan tîma Duzcesporê bi encama 3-0 têk bir.

Tîma Amedsporê îro bêyî alîgirên xwe li stadyûma bajêrê Duzceyê derket hemberî Duzcesporê.

Amedsporê hema bêje di tevahiya maçê de tîma serwer bû,  di xuleka 42yan de lîstikvanê wê Taner Gumuş gola ewil avêt.

Her dîsa lîstikvanê Amedsporê Taner Gumuş di xuleka 79an de golek din jî avêt û tîma xwe 2- 0 pêş xist.

Lîstikvanê Amedsporê Muhammed Enes jî di xuleka 90+4an de golek avêt û lîstik bi encama 3-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî pûana xwe derxist 43yan.

Amedspor niha di rêza seyêmîn de ye di navbera wê tîma lîder Kastamonusporê de 3 pûan ferq hene.

Igdirspor jî di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de bi 45 pûanan di rêza duyem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst