Amedspor îro li Duzceyê bêyî alîgirên xwe dilîze

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor îro bi Duzcesporê re dilîze.

Lê çûna alîgirên Amedsporê ya stadyûmê qedexe ye.

Amedspor îro li bajarê Duzceyê yê Tirkiyeyê bi tîma wî bajarî Duzcesporê dilîze.

Lîstik demjimêr 14.00an li stadyûma bajêr a Duzceyê dest pê dike lê çûna alîgirên Amedsporê ya stadyûmê qedexe ye.

Desteya Ewlehiya Werzişê ya Duzceyê çend roj berê derbarê wê lîstikê de daxuyaniyek belav kir û got, qedexeya temaşevanan ji bo Amedsporê hatiye dayîn û alîgirên wê dê nikaribin li stadyûmê li lîstikê temaşe bikin.

Amedspor di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire bi 40 pûnanî di rêza sêyem de ye.

Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.

Herî dawî 14ê vê mehê li bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê, alîgirên Denizlisporê di lîstika li gel Amedsporê de madeyên biyanî avêtibûn nav lîstikgehê û wan bi gotin û sloganên nijadperestî êrişî lîstikvanên Amedaporê kiribû.