Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê bû şampiyona Sûriyê

27-01-2020
RÛDAW
Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê bi 3 golan bi ser tîma Ceremana ya Şamê de serkevt û bû şampiyona Sûriyê.
Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê bi 3 golan bi ser tîma Ceremana ya Şamê de serkevt û bû şampiyona Sûriyê.
Nîşan Sûriye Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê bi 3 golan bi ser tîma Ceremana ya Şamê de serkevt û bû şampiyona Sûriyê.

Îro Duşemê 27ê Çile di çarçoveya pêşbirkên Lîga Futbola Jinan a Sûriyê de, herdu tîmên jinan ên Amûdê û Ceremana ya Şamê di lîstika fînalê de li bajarê Şamê hatin bermaberî hev.

Di lîstikê de tîma jinan a Amûdê bi 3 golan ji tîma Ceremana ya Şamê bir û bi vî awayî bo cara yekemîn, tîma Amûdê ya jinan bû qehremana Lîga Futbolê ya jinan li Sûriyê.

Du gol tîmên Amûdê ji aliyê yarîzan Semir Şêx Bekir di xûlekên 5 û 25 de û golek jî ji aliyê Mîrenda Deham ve di xûleka 27an de hatin tomarkirin.

Herwiha lîstikavana Amûdê Semir Şêx Bekir bi avêtina 13 golan di çarçoveya lîgê de bû golkera herî baş a jinan li tevahiya Sûriyê.

Tîma Amûdê ya jinan hemû lîstikên xwe li Şama paytexta encam da û di Lîga Futbola Sûriyê ya jinan de karîbû 24 xalan kom bike. Tîma Amûdê di 7 lîstikan de qazanc kiribû û di 3 lîstikan de jî wekhev bû.

Serokê Tîma Futbola Jinan a Amûdê, Îbrahîm Selfîç ji Rûdawê re ragihand, ku Yekîtiya Futbola Sûriyê tenê kirêya balafirê, çûn û hatin û xwarinê ji wan re pêşkêş dikin û wek din, xelkê Amûdê û Kurdên derveyî welat alîkariya wan dikin.

Tê çaverêkirin, piştî ku ji Şamê vegere, bi merasimeke taybet û cemwawerî lîstikvanên tîma Amûdê li Rojavayê Kurdistanê bêne pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst