Polandê vê carê nehişt Erebistana Siûdî surprîzekê bike: 2-0

Hewlêr (Rûdaw) – Di Kupaya Cihanî ya FIFAy 2022an de Erebistana Siûdî û Poland di lîstika duyemîn a Koma Cyê da hatin hemberî hev. Polandê bi emcama 2-0 rîkebera xwe Erebistana Siûdî têk bir.

Li Stadyona Bajêr a  Education di çarçoveya Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA ya li Qaterê de her du tîmên di Grûpa Cyê de Erebistana Siûdî û Poland derketin pêşberî hev.

Lîstikvanê Polandê yê bi navê Piotr Zielinski di xuleka 39emîn de golek li ser navê tîma xwe tomar kir.Di nîva yekem ti gol din çênebû û nîva yekem bi encama 1-0 bi dawî bû.

Di nîva duyem de hezkiriyên futbolê dihizirin ku gelo dê wek lîstika Arjantînê surprîzek çêbibe, lê lîstikvanê Polondayê Robert Lewandowski di xuleka 80emîn de goleke din li ser navê tîma xwe tomar kir û lîst bi encama 2-0 di berjewendiyê Polandayê de bi dawî bû.

Polanda bi vê encamê  pûana xwe derxist 4an û beriya lîstika Arjantîn-Meksîkayê bû pêşanga komê.

Erebîstana Siûdî di pêşbirka xwe ya ewil a di komê de surprîzek mezin çêkir û Arjantîna ku yek ji favoriyên şampiyonê ye bi encama 1-0 têk biribû.