Pêşbirka Îngilîstan û Amerîkayê bê gol bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka duyemîn a Koma Byê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de Îngilîstan û DYA 0-0 man.

Îngilîsatan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Stadyuma Al Beytê hatin hemberî hev, her du alî bi yek pûanî ji qadê derketin.

Bi vê encamê Îngilîstanê puanê xwe derxist 4an û di rêza yekem de cih girt û DYA jî bi 2 pûanan ve bû 3yemîn.

Îran Wêlzê 2-0 têk bir û bi 3 pûanan di rêza duyem de, Wêlz jî bi yek pûanî di rêza dawî de cih girtin.

Di pêşbirkên dawîn ên komê de dê Amerîka bi Îranê re û Îngilîstan jî bi Wêlzê re bên hemberî hev.