Dalkurd di rewşeke xirab de 18 saliya xwe pîroz dike

26-09-2022
RÛDAW
Dalkurd
Dalkurd
Nîşan Dalkurd Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 18 saliya damezrandina klûba Dalkurdê ye ku li Ewropayê gelek kes Kurdan bi wê nas dikin, ji ber ku ew her tim di lîstikên xwe de Ala Kurdistanê bilind dikin lê Dalkurd îsal di şert û mercên xirab de salvegera damezrandina xwe pîroz dike ku niha di lîga duyem a Swêdê, Superettan de dilîze û encamên wê heta niha ne dilxweşker in.

Îro salvegera damezrandina klûba Swêdî Dalkurd e ku di asta herî bilind a futbola Swêdê de dilîze û di nava 18 salên borî de gelek destkeftên bi dest xistine.

Dalkurd di sala 2004an de li bajarê Dalarna yê Swêdê ji aliyê çend Kurdên koçber ve hate damezrandin û navê wê ji du kiteyan pêk tê, Dal + Kurd ku Dal ji navê bajêr û Kurd jî nîşan dide ku klûbeke Kurdî ye lê li Swêdê dilîze.

Klûba Kurdan a li Swêdê Dalkurd bi Ala Kurdistanê navdar e û gelek kes wê wek hilbijartî yê Kurdistanê li Ewropayê dibînin, Serokê berê yê klûbê û yek ji damezrînerên klûbê Remezan Kizil ji Rûdawê re gotibû ku armanca me ya sereke ya damezrandina Dalkurdê bilindkirina Ala Kurdistanê û belavkirina dengê Kurdan e li Ewropayê, bi rêya lîstikê lewma li Swêdê gelek caran ji Dalkurdê re dibêjin hilbijartî yê Kurdistanê.

Dalkurd îsal di şert û mercên xirab de salvegera damezrandina xwe pîroz dike ku niha di lîga duyem a Swêdê, Superettan de dilîze û encamên wê heta niha ne dilxweşker in.

Dalkurdê di vê werzê de ji 24 lîstikên xwe tenê 6 birine û di tabloyê de di rêza 16emîn de ye, metirsiya daketina lîga sêyem heye.

Serkeftina herî mezin a klûba Kurdî beşdariya di Lîga Premierê ya Swêdê de bû ku asta herî bilind a fûtbolê li wî welatî ye, di sala 2017an de karîbû wê dîrokê binivîsîne lê piştî werzekê dîsa daket lîga duyem.

Dalkurd ji destpêka damezrandina xwe ve her sal bi çend lîstikvanên Kurd re peyman îmze kiriye û heta niha jî çend lîstikvan ên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê tê de dilîzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst