Vansporê formayên xwe yên nû bi stranên Kurdî dan nasîn

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Vansporê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê formayên xwe yên sezona nû bi stranên Kurdî dan nasîn.

Piştî Amedsporê, Vansporê jî kilîba danasîna formayên xwe yên sezonê belav kir.

Vansporê ji bo danasîna formayên xwe yên vê sezonê klîbek bi Kurdî çêkir û kilîp bi sernavê “Me rihê Wanê li xwe kiriye, em ber bi şanpiyoniyê ve dimeşin” belav kir.

Vansporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li belavkirina kilîbê wiha nivîsiye:

“Me rihê Wanê li xwe kiriye, em ber bi şanpiyoniyê ve dimeşin.

Me formayên xwe yên sezona 2024-2025an ku dilsoziya Vansporê ya bi koka wê û dewlemendiyên çandî yên Wanê nîşan dide, li cihên ku şahidiya dîroka bajarê me kirine, dan nasîn.

Di vê demsalê de ne tenê li qadan, bi van formayên ku rihê bajarê xwe hildigirin jî em dê cudahiya xwe nîşan bidin.

Bi rêveberiya nû, armanca me diyare: Şampiyon!”

Her wiha alîgirên xwe vexwendina vekirina Maxazaya Store ya ku di 30ê Tebaxê de bê vekirin.