Denîz Nakî dem dabû Serokê Amedsporê: Ez dê belgeyan eşkere bikim

Hewlêr (Rûdaw) – Futbolîstê berê Amedsporê Denîz Nakî ku banga îstîfaya Serokê Amedsporê kiribû, ragihand ku ew dê belgeyên derbarê Azîz Elaldi eşkere bike.

Kaptanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî xwestibû ku Serokê Amedsporê Azîz Elaldi îstifa bike.

Denîz Nakî ji bo tu îstifa bikî heta dawiye hefteyê dem dabû Azîz Elaldi.

Rêvebirên Amedsporê jî têkildarî vê daxwaza Denîz Nakî daxuyanî da.

“Tiştekî ku kulûba me nikare eşkere bike nîne”

Azîz Elaldi jî gotibû, "Eger belav neke namerd e."

Herwiha Rêveberiya Amedsporê jî piştgirî dabû Elaldi û wekî bersiva banga Denîz Nakî, di daxuyaniyekê de gotibû:

“Hedefgirtina serok û rêveberên kulûbê, bi tunehesibandina çanda muzakereyê ya kulûba me ya li medya civakî û qenalên din, ji bilî zererdayîna kulûbê te wateyeke xwe nîne.

Ev nêzîkatiyên ku tîma me tine dihesibînin em bi ti awayî qebûl nakin.

Bila hemû alîgirû yên dil dane Amedsporê bizanin ku tiştekî ku kulûba me nikare eşkere bike nîne.”

“Ez naxwazim zererê bidim Amedsporê"

Denîz Nakî bi vîdeoyekê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kiriye ragihand ku ew dê belgeyên derbarê Elaldi belav bike.

Nakî diyar kir ku wî ti gotinek an jî tevgerek wekî bersiva banga xwe ji Eladi wernegirtiye û got:

“Roja çarşemê dema min bang kir wî jî daxuyanî da. Wî got ku 'Eger tu belgeyan belav nekî tu namerd î'.

Kesê ku xwe li ser Amedsporê re dibîne namer de, kesên ku Amedsporê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne namer de.

Hebûna min bi saya Amedsporê ye. Hemû kes dizane Amedspor ji bo min çi ye û çiqasî girîng e.

Vê hefteyê roja çarşemê maça Amedsporê heye. Ez dê roja pêncşemê saet 21:21ê belgeyan belav bikim.

Eger ez van belgeyan belav nekim bila wekî te be ez namerd im.

Lê eger ez belgeyan belav bikim û tu îstîfa nekî tu bikir e.”

Herî dawî Nakî diyar kir ku ew naxwaze zere bide Amedsporê û ji ber rewş gihiştiyê vê astê  ew xemgîn e û daxwaza lêborîna xwe dike.

Denîz Nakî di navbera 2015-2018an de lîstikvanê Amedsporê bû.

Tirkiyeyê ji ber nîşana zaferê mena wî ji futbolê kiribû û ew jî çûbû Ewropayê.