Hewlêr (Rûdaw) – Werzişvana ji Mûşa Bakurê Kurdistanê Mihrîban Oner ji bo Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî ku dê li Îtalyayê were lidarxistin, dixebite.
Mihrîban One a werzişkara Mûşî di Şampiyoniya Beza Çiya ya Balkan a li Romanyayê hatibû kirin di kategoriya jinan a jêr 20 saliyê de bibû yekemîn. Oner niha jî ji bo Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî ya ku dê li Îtalyayê were lidarxistin rojane dibeze.
Mihrîban Oner li navçeya Milazgir a Mûşê dijî, roj li stadê dibeze êvarê li hevrazên Daristana Ataturkê dibeze.
Oner diyar kir ku ew dixwaze xwediyê madalya zêrîn a Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî û wiha got: "Ez her roj bi qasî 20 kîlometreyan dibezim. Ez dixwazim bibim şampiyonê dinyayê. Ji bo vê ez şev û roj li kendalên Mûşê yên bilind dixebitim. Ez dê di 24ê tebaxê de li Îtalyayê beşdarî Şampiyoniya Beza Çiya ya Stêrk a Cîhanî bibim. Malbata min her dem alîkariya min dike. Ez spasiya wan dikim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse