Fatih Terim dest ji karê xwe berda

26-07-2017
RÛDAW
Nîşan Fatih Terim îstîfa
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rahênerê Futbolê yê Tirkiyê Fatih Terim îro îstîfa kir.

 

Fatih Terim îro piştî ku li gel Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) Yildirim Demiroren hevdîtinek pêk anî, dest ji karê xwe berda.

 

Yildirim Demiroren bi daxuyaniyekê ragihand, herdû alî li hev kirine ku Fatih Terim îstîfa bike.

 

Herwiha di malpera Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de jî daxuyaniyek hatiye belavkirin û têde hatiye aşekerekirin, ku li ser medyayê li dijî Rahênerê Futbolê yê Tirkiyê Fatih Terim û Federasyona Futbolê ya Tirkiyê hin mijar têne axavtin, ji ber vê jî herdû alî biryar dane ku Fatih Terim dest ji karê xwe berde.

 

Fatih Terim çend hefte berê li navçeya Çeşme ya bajarê Îzmîrê êriş biribû ser dikanekî û tevlî şer û pevçûnê bûbû.

 

Terim bi konferanseke rojnamevaniyê qebûl kiribû ku êriş biriye ser wê dikanê û li cihê bûyerê lêdan xwariye.


Herwiha tê gotin ku xwediyê dikanê ji bajarê Mêrdînê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst