Zarokekî Kurd li Almanya di şampiyona lîstikên hêza bedenê de bû yekem

26-06-2022
RÛDAW
Zarokê bi navê Hevend Ebdulîlah Yûsif di şampyona lîstikên hêza bedenê de bû yekem
Zarokê bi navê Hevend Ebdulîlah Yûsif di şampyona lîstikên hêza bedenê de bû yekem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê di şampyona lîstikên hêza bedenê de yekem derket.

Li bajarê Essen yê Almanya zarokekî Kurd di şampyona lîstikên hêza bedenê de yekem derket û ji aliyê Serokê Almanya Frank Steinmeier bi xwe hate xelatkirin.

Zarokê bi navê Hevend Ebdulîlah Yûsif di gera 20em a wê şampyonê de bû yekem.

Hevend Ebdulîlah Yûsif sala 2011an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, ji sala 2016an ve bi malbata xwe ve li Almanya dijîn.

Hevend ji Rûdawê re got ew li hemberî 150 lîstikvanan bi ser ket û ew dixwaze her dem yekem derkeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst