Li navçeya Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê pêşbirkên futbolê

26-06-2022
Nebîl Omer Yûsif
Li navçeya Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê qaremaniyên futbolê
Li navçeya Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê qaremaniyên futbolê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Dêrik û devera Aliyan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê piştî şer pêşbirkên futbolê gelek zêde bûne.

Yekem lîstika xula topa pê ye li gundê Eleqosê yê devera aliyan li Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Xula qaremaniya Eleqosê bi beşdariya tîmên 40 gundên navçeyê û beramber 50 hezar lîreyên sûrî birêve diçe.

Serperiştyarên vê qaremaniyê wê weke derfetekê ji bo dûrketina ji qerebalixî û xiracira dinyayê dibînin û cihekî ku heya ji bo demeke kurt jî be, zehmetiyên jiyana rojane jibîr dikin.

Serperiştyarê Xula Qaremaniya Eleqosê Necîm Merhê got “Ev çalakî bi rastî gund jî bi hacet bûn û mintiqe gişt bi hacetên vê çalakiyên bûn, ji ber ku bi rastî em di şerekî de derbas dibûn.”

Serperiştyarê Xula Qaremaniya Eleqosê Cemîl Seidê jî got “piştî vê şoreşa hanê xort li mintiqê neman û gog sekinî.”

Lîstikên qaremaniyê piştî mexribê li ber vê ronakiya ku li gelek bajarên mezin li Rojavayê Kurdistanê nayê dîtin, destpê dikin, bi amadebûna hejmareke zêde ya xelkê gund ji zarok, ciwan û kalemêran û alîgirên tîmên beşdar.

Tîmên beşdar jî bi kêfxweşî behsa vê qaremaniyê dikin.

Endamê Rahêneratiya Tîma Şebek diyar kir “Yek ji qaremaniyên herî xweû yê navçeyê ye, hezkirina me ji wan re hiştiye ku di vê xulê de beşdar bin, hatina handeran jî vê yekê piştrast dike.”

Lîstikvan Enes Hesen ragihand “40 tîm di vê yekê de beşdar in û hemû jî kêfxweş û si sûd in. Her roj 3 pêşbirk dileyîzin. Xelk çi mêr, çi jin, çi zarok bi rastî ji bo wan bûye cihê kêfê û dixwazin ev yek bi serkeftin xelas bibe.”

Dîroka topa pê li gundê Eleqosê ji bo salên 60 yên sedsala bûrî vedigere, bi hûrî ji bo sala 1965 dema herdû tîmên Tehdîr û Tedamun hatin damzrandin. Sala 1980 jî bû tîma Eleyan û 1991 jî bû Newroz. Biryar e lîstika dawî ya vê qaremaniyê di 1 meha bê de bê kirin û tîma serkeftî ya yekem û pileyê 2 û 3 xelatên xwe werbigirn. Niha li Rojavayê Kurdistanê bûye modela avakirina lîstikgehan, têçûya lîstikgeha Eleqosê jî 20 milyon lîreyên Sûrî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst