Futbolîstê Kurd daxwaza tîma Iraqê red kir

26-06-2021
RÛDAW
Nîşan Rêber Husnî Babîr Êzidî Kurd Borussia Dortmund Futbolîstê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd ê Êzidî Rêber Husnî Babîr ku di tîma Borussia Dortmund a Almanyayê de dilîze, daxwaza Federasyona Futbolê ya Iraqê bo ku di tîma niştimanî ya di bin temenê U-19 de bilize, red kir. Futbolîstê Kurd dibêje, ew dixwaze pêşerojê di tîma niştimanî ya Almanyayê de bilîze.

Li Misirê şampiyona tîmên niştimanî yên di bin temenê U-19ê de birêve diçe û Federasyona Futbolê ya Iraqê jî ragihandibû ku futbolîstê Kurd ê 16 salî Rêber Husnî Babîr jî di kadroya tîma wan de cih digire.

Malbata futbolîstê Kurd jî li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand ku Rêber Husnî Babîr çûbû Kahîreyê ku di tîma Iraqê de bilîze, lê li ser biryara xwe û daxwaza tîma Borussia Dortmundê bêyî ku ti pêşbirkekê de cih bigire, vegeriya.

Rêber Husnî Babîr ji Rûdawê re ragihand ku ew naxwaze di bijartina tîma niştimanî de lez bike, lê got, ew dixwaze di pêşerojê de di tîma niştimanî ya Almanyayê de bilîze.

Ew futbolîstê Kurd dibêje, “Hêvîdar im rojekê Tîma Niştimanî ya Kurdistanê jî di şampiyonayên navdewletî de bilîze. Kengî pêwîstî bi min hebe amade me li wir jî bilîzim.”

Rêber Husnî Babîr dibêje, ew futbolîstê navdar Cristiano Ronaldo bo xwe wek nimûne digire û eşkere kir ku tîmên Bayern Munîh, Paris Saint-Germain û Beşiktaşê jî daxwaz ji wî kirin ku bo wan bilîze lê wî Borussia Dortmund hilbijart.

Di dewama afaxtina xwe de futbolîstê Kurd amaje bi wan nûçeyan kir ku beşa werzişê ya Rûdawê derbarê wî de belav kirine û got, “Min ji rahênerê xwe re got, `binêrin medya welatê min eleqeyeke çawa nîşanî min dide!`. Ew jî gelek kêfxweş bû.”

Rêber Husnî Babîr, 2ê Tebaxa 2005an li Şingalê jidayîk bû û sala 2011an jî li gel malbata xwe koçberî Almanyayê bû.

Babîr di tîma Arminia Bielefeldê de destbi futbolê kir û paşê transferî tîma Borussia Dortmundê bû.

Rêber Husnî Babîr, forvet e û niha kaptanê tîma xwe ye.

Li aliyê din di çarçova şampiyonaya U-19 a li Misirê de 6 futbolîstên Kurd ji bo tîma niştimanî ya Iraqê hatibûn vexwendin.

Jibilî Babir, ji tîma Hewlêrê Ebdulqadir Eyub, Elî Şaxewan û Mesrur Fahrettîn, ji tîma Lazioyê Şivan Sîrwan û ji tîma De Graafschap Bilind Hesen bo tîma niştimanî ya Iraqê hatibûn vexwendin. Lê tîma Lazioyê jî rê bi Şivan Sîrwan nedabû ku di tîma Iraqê de bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst