FC Roj bû lîder, CF Kurdistan 138 gol avêtine

Hagen/Dortmund (Rûdaw) - Sezona lîgên amator li Almanyayê ber bi dawî ve diçe. Li hinek herêman sezon bi dawî bûn û yên serkeftî derbasî lîgên jor bûn, lê li hinek herêman hê heftiyek û du hefte maç hene. 

Li gor encamên dawî li bajarê Dortmundê di lîga amatoran a herêmî de tîma Kurdan FC Roj bû şampiyonê Kreisliga B û maf stand ku derbasî Kreisliga A bibe. 

CF Kurdistan, ango Cluba Futbolê ya Kurdistan li bajarê Bochumê di Kreisliga C de cih digire û niha bi 58 pûanan lîderê lîgê ye. Tîmeke din jî heye ku pûanen wê 58 in, lê CF Kurdistan bi averaja golên xwe yekem e. CF Kurdistan 138 gol avêtine, 22 gol xwarine. Hê çar maç mane ku sezon bidawî bibe.

Li herêma Gevelsberg a nêzîka Hagenê di Kreisliga de tîma Kurdan a bi navê FC Ararat di heman lîgê de ma û wê sezona bê dîsa di cihê xwe de berdewam bike.

Li bajarê Gelsenkirchenê di Kreisliga ya amatoran de tîma Kurda a bi navê Serhatspor jî weke FC Araratê ne daket jêr, ne jî biserket û di heman lîg de cihê xwe parast.

FC Kurdistan a ku di Kreisliga Hagenê de cih digire bi 45 pûanan di rêza 3’yemîn de ye û hê du maç hene ji bo bidawîbûna sezonê. Ji bo FC Kurdistan karibe ji Kreisliga B derbasî Kreisliga A bibe divê bibe tîma 2’yemîn. Niha di tabelleyê de Vorhale bi 51 pûanan lîder e, Haspe bi 49 pûanan duyemîn e û FC Kurdistan bi 45 pûanan seyemîn e. Eger FC Kurdistan di herdu maçên dawî de biserkeve û Haspe carek têkbiçe û carek jî wehev bimîne, FC Kurdistan dibe duyemîn. Maça dawiya sezonê FC Kurdistan û bihev re Haspe dileyîzin. 

Li herêma Euskirchenê jî FC Heval di Kreislîga de di rêza 5’emîn de cih digire û hê 3 maç hene ku sezon bi dawî bibe.

Di Kreisliga herêma Celle ya Niedersachsenê de tîma SV Dîcle di rêza 3’yemîn de cih digire û pûanên wê 51 in û 40 golên wê yên averaj hene; pûanê tîma lîder 66 in û ya tîma duyem 53 ne. He sê maç hene ku sezon bi dawî bibe û ne diyar e ka SV Dîcle têkoşîneke çawa nîşan dide.