Werzişvanê Kurd navê xwe 4 caran li Guinnessê da nivîsandin

26-02-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rêbaz Mihimed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêbaz Mihimmed ê 26 salî ku li Birminghama Îngilîstanê dijî, di warê şêweya azad a futbolê (football freestyle) de 4 caran li pey hev navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de nivîsand.

Rêbaz Mihemed ku bi eslê xwe ji malbatek ji gundê Berule yê navçeya Kelar a Silêmaniyê ye, heta 16 saliya xwe li Herêma Kurdistanê jiya.

Xortê ku çû Îngilîstanê di destpêkê de xwest ku bibe lîstikvanê futbolê. Lêbelê, wî paşê ramana xwe guhert û dest pê kir ku jêhatîbûna xwe di şaxek kesane de nîşan bide.

Rêbaz Mihemed ya yekem di sala 2018an de di warê şêweya azad (freestyle) de 4 caran li pey hev navê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de nivîsand.

Werzişvanê ciwan ku van rojan li Hewlêrê ye, ji beşa Werzîşê ya Rûdawê re axivî.

Rêbaz Mihemed, anî ziman ku wî li ser medyaya civakî û youtubeyê li vîdeoyên freestyle temaşe dike, bi vî awayî dest bi vê şaxê kiriye û got “Di nav werzişvanên Kurd de ji aliyê profesyonelî ve kesekî ku di freestylê de me temsîl bike tune bû. Ji ber vê yekê min dest bi vê yekê kir.”

Rêbaz Mihemed diyar kir ku dema ew zarok bû ji aliyê xizmên xwe yên mezin ve ew dibirin maçên futbolê û bi mezinan re fûtbolê dilîst û got “Şiyanên min li ber çavan bûn lê dîsa jî divê baweriya mirov bi xwe hebe. Min hîs kir ku ez di vê mijarê de cuda me û dikarim tiştê ku ez difikirim bikim.

Werzişvanê Kurd didemeke pir kin de bi performansa xwe baş kairbû hejmareke zêde ya temaşevanên xwe zêde bike,  piştre jî dest bi hewldana rekora Guinnessê kir.

Mihemed dibêje “Piştî qedandina zanîngehê di sala 2018-an de, min bêtir îmkanên perwerdehiyê çêbûn û bi awayekî profesyonelî beşdarî şêwaza azad bûm.” Rêbaz Muhammed anî ziman ku wê salê navê xwe li pirtûka rekoran daye nivîsandin û bi vî awayî xewnên xwe pêk aniye.

Werzişvanê Kurd diyar kir ku wî bi hevalê xwe yê Îngîlîz re di yek xulekê de 41 pasên piştê kirine û rekor şikandine û piştî vê 3 caran li ser hev bi hereketên cuda navê xwe li pirtuke Guinnessê nivîsandiye.

Herwiha Rêbaz Mihemed bi 2 caran bûye şampiyonê Brîtanyayê û bi navên navdar re di reklaman de cih girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst