Amedspor ji Îdirê bi pûanekê vegeriya
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li deplasmanê bi Igdir FKyê re 1-1 ma ji Îdirê bi pûanekê vegeriya.
Amedspor û Igdirspor di maça hefteya 13emîn a Lîga Yekemîn de îşev li Stadyuma Bajêr a Îdirê demjimêr 20:00an hatin pêşberî hev.
Lîstikvanê Igdir FKyê Kosta Aleksic xuleka 4an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Amedspor xuleka 78an bi gola Velî Çetîn bersiv da Igdir FKyê.
Lîstik bi encama 1-1 bi dawî bû û her yekê pûanek wergirt.
Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 15an û disa di rêza 17yan de ma.
Igdir FKyê bi 22 pûnan di rêza 5an de ma.