Gerard Pique: Ez ji piştgiriya referandûma Katalonyayê ne poşman im

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîst Gerard Pique eşkere kir ku ji ber wî piştgiriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê kiriye Sergio Ramos û Julen Lopetegui jê xwestine ku lêborînê bixwaze û rastî zextan bûye.

Futbolîstê navdêr ê Katalanî Gerard Pique eşkere kir ku ew ji piştgiriya referandûma Katalonyayê ne poşman e.

Pique da zanîn ku Julian Lopetegui û Sergio Ramos gazî wî kirin û wan ji wî re got ku lêborîna xwe ji alîgirên tîma neteweyî ya Spanyayê bixwaze.

Futbolîstê navdar ê Barcelonayê û tîma neteweyî ya Spanyayê Gerard Pique di bernameya “El Nou Clam” a televîzyona TV3yê behsa serboriyeke xwe kir.

Gerard Pique eşkere kir ku piştî ku wî piştgirî daye referanduma serxwebûnê Katalonyayê li kampa perwerdehiyê ya tîma neteweyî ya Spanyayê hem kaptan Sergio Ramos û hem jî Julen Lopetegui jê xwest ku lêborînê ji alîgirên tîma neteweyî bixwaze.

Sergio Ramos li Barcelonayê hevtîmê Gerard Pique bû û Julen Lopetegui jî rahênerê tîma neteweyî yê Spanyayê bû.

Gerard Pique tevlî referanduma serxwebûna Kotalonyayê bûbû û diyar kiribû ku dê ji serxwebûna Katalonyayê re bibêje, “belê” û bangeşeya referandûmê kiribû.

Katalonyayê sala 2017an ji bo ji Spanyayê veqete referandûmek li dar xist.

Stêrkên Katalan, Gerard Pique, Carles Puyol û Pep Guardiola jî tevlî bangeşeyên referandûma serxwebûna Katalonyayê bûbûn.

Gerard Pique çend caran bi bangî Katalanan kir ku tevlî referandûmê bibin û ji serxwebûna Katalonyayê re bibêjin “belê.”

 1ê Çiriya Paşîn a 2017an li Katalonyayê Referandûma Serxwebûnê hat kirin.

 Berdevkê Hikûmeta Katalonyayê Jordi Turull ragihandibû ku di referandûmê de 2,3 milyon deng hatine dayîn û ji sedî 90,09ê xelkê piştgirî daye serxwebûnê.

Her wiha rêjeya dengên “na” jî di referandûmê de ji sedî 7,87 bû.

Hikûmeta Spanyayê diyar kiribû ku ew referandûm ne destûrî ye û dijî destûra bingehîn a Spanyayê ye.

Gerard Pique di vîdeoyekê de bangî Katalanan kiribû û gotibû, "Werin em xwe bi aştiyane, bi dengekî bilind û zelal diyar bikin."

Vîdeoya Gerard Pique di nava alîgirên tîma neteweyî ya Spanyayê de bû sedema bertekên tund. Gelek kesan diyar dikir ku Pieque bêrûmetî li welat kiriye.

“Min daxuayniya Lopetegui avêt çopê”

Pique behsa serboriya xwe ya wê serdemê kir û wiha got:

"Dema ku ez bi tîma neteweyî ya Spanyayê re çûm Madrîdê, ez matmayî mam ku rahêner Lopetegui û kaptan Sergio Ramos yekser gazî min kir.

Wan ji min xwest ku ez bi eşkere lêborînê jî alîgiran bixwazim. Lopetegui daxuyaniyeke çapemeniyê nivîsîbû da ku ez wê bixwînim.

Min kaxiz ji Lopez stand çûm odeyeke din min lê nehêrî û ew avêt tenekeya çopê.

Piştre ez ji odeyê derketim û min ji wan re got, heger divê ez konferanseke çapemeniyê li dar bixim, ez dê tiştê ku ez dixwazim bibêjim.

Ew tiştê ku ez jê bawer dikim dê bibêjim, ne ew tiştên ku hûn dibêjin.

Ez ji bo ramanên xwe lêborînê naxwazim û ez dê tiştê ku hûn dibêjin nekim.”

Gerard Pique di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piştî wê bûyerê, her çend ew bi tîma neteweyî ya Spanyayê re xuya bike jî êdî dema wê hatibû ku dev ji tîma neteweyî ya Spanyayê berde.

Gerardq Pique amaje bi wê yekê kir ku ew ji ber helwesta xwe ne poşman e û wiha got:

"Kesên ku naxwazin min fêm bikin nikarin min fêm bikin.

Min ji her kesî re diyar kir ku û ez ji tîma Spanyayê derketim ji ber ku min hîs kir ku dem hatiye û ez ne poşman im. Wisa kirin ku alîgiran li hemberî min nerazîbûn nîşan dan.”