Qeter li mala xwe têk çû

25-11-2022
RÛDAW
Nîşan Qeter Kupaya Cîhanî ya 2022 FIFA Senegal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de, Senegalê di lîstika xwe ya duyemîn a Koma Ayê de 3-1 Qeter têk bir.

Di nîva yekem a ku bi êrîşên her du aliyan derbas bû de Senegalê gol avêt.

Dema ku di xuleka 41emîn de topa ku ji bo qada Qeterê hat şandin de, top bi lingên golparêz Khoukhi geriya û Dia bi lêdaneke nerm top şande torê: 0-1.

Senegalê di destpêka nîva duyam de ji kornera Jokobs û bi gola serî ya Diedhiou gola xwe ya duyem jî avêt.

Qeterê piştî gola duyemîn di êrîşê de bandora xwe zêde kir. Lîstikvanên Qeterê Afîf û Alî yên ku bi êrîşekê heta qada Senegalê hatin, nikaribûn golê bavêjin.

Qeterê di xuleka 67an de ji derfeteke zelal sûd wernegirt. Mihemed bi çoka xwe li gogê xist û golparêz Mendî jî xwe gîhand rastê xwe û di kêliya dawî de şande kornerê.

Gola yekem a Qeterê ya di Kûpaya Cîhanî de ji Muntarî hat

Di Kûpaya Cîhanî de yekemîn gola Qeterê ji Mihemed Muntarî hat.

Muntariyê ku di xuleka 74emîn de ket lîstikê, tenê piştî 4 xulekan gola xwe avêt û navê xwe di dîroka Qeterê da tomar kir.

Êrîşa Mihemed a ji baskê rastê bi bandor bû û Muntari bi serê xwe gog şande torê: 1-2.

Dema ku Qeterê ji bo hêviya wekheviyê dilîst, di tora xwe de gola 3emîn dît. Ndiaye ji baskê rastê di êrîşa Senegalê ya ku bi lez pêş ve diçû ket qada penaltiyê, Diegn hat li gogê xist û hêviyên Qeterê qedand: 1-3

Senegal a ku di lîstika duyemîn de serkeftina xwe ya yekem bi dest xist, 3 puan birin. Li aliyê din Qeterê jî di lîstika duyemîn de nekarî puanan bigire.

Hat ragihandin ku di stadê de 41 hezar û 797 temaşevan hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst