Brezîlya bi 2-0 ji Sirbistanê bir

Hewlêr (Rûdaw) - Brezîlya ku di dîroka Kûpaya Cîhanî de weke tîma herî serketî tê zanîn, li Qeterê jî wekî bahozê dest pê kir û Sirbistanê 2-0 têk bir.

Di pêşbirka ewil a Koma Gyê a Kûpaya Cîhanî ya ku li Qeterê tê lidarxistin de Brezîlyayê 2-0 ji Sirbistanê bir. Di pêşbirkê de Neymar birîndar bû.

Richarlison de Andrade di xulekên 62 û 73an de golên serkeftina Brezîlyayê avêt.

Bi vê encamê Brezîlyayê bi 3 pûanan dest bi tûrnûvayê kir, Sirbistanê jî di pêşbirka ewil de hefteyê bê pûan girt.

Stêrkê Brazîlî Neymar di xuleka 79an de ji ber birîndarbûnê nekarî lîstikê bidomîne û ji lîstikê derket.

Di pêşbirka duyemîn a Koma Gyê da Brezîlya dê bi Swîsreyê rê bê hemberî hev. Sirbistan dê bi Kamerûnê re rû bi rû bimîne. Pêşbirk dê 28ê Mijdarê roja Duşemê bên lîstin.