Fûtbolîstê navdar dê were îdamkirin

Navenda Nûçeyan – Tometbar Ehmed Seîdê bikujê Qeşe Semxan Şehate yê Misirê, kaxizeke desnivîs pêşkeşî dadwer kiriye û tê de navê wan kesan eşkere kiriye, ku ew handane da ku qeşe bikuje. Yek ji wan kesan jî fûtbolîstê navdar û kaptanê berî yê tîma niştîmanî yê Misirê Mihemed Ebû Tirêke ye.

 

Li welatê Misirê, Ehmed Seîd Îbrahîmê ku ji ber kuştina qeşeyê kristiyan Semxan Şehate tê darizandin, navê wan kesan da dadwer, ku ew han dane bikujiyê. Navên di lîsteyê de ev in; Mihemed Ebû Tirêke yê yarîzanê fûtbolê, Îsam El-Eryan, Raber Mihemed Bedî, Xeyret Şatir û Hadî Xebeşe yê futbolîst.

 

Dadwerê Misirê jî ev destnivîs pesend kiriye û xistine nava dosyeya doze de.

 

Fermangeha Duyemîn a Dadgeha Ebasiye ya Bakûrê Qahîreyê, di rûniştina xwe ya dawîn de guh da tometbar Ehmed Seîdê bikujê Qeşe Semxan Şehate.

 

Parêzerê berevankar ê qeşeyê hatiye kuştin, Necîb Cubraîl got: “Ezê derbarê wan kesên ku navên wan di kaxizê de hatiye nivîsandin, gilî tomar bikim û wan bidim dadgehê.”

 

Parêzerê tomatberî, Mehmûd Mihemed jî îdîa kir, ku Ehmed Seîd ji aliyê derûnî ve têk çûye û mejiyê wî tevlîhev bûye, belge jî axaftinên wî yên li dadgehê ne. Herwiha daxwaz kir, ku careke din dadwer vê doze li ber çav re biborîne.

 

Eger rastiya vê tometê li ser futbolîstê navdar Mihemed Ebû Tirêke were selmandin, dê biryara sêdaredanê jê re derbikeve.

 

Li Misirê alîgir û heskiriyên Ebû Tirîke gelek in, lê ji aliyê desthilata wî welatî ve navê wî ketiye Lîsteya Terorê û bi wê yekê tê tometbarkirin, ku ji rêxistina Birayên Misliman e.