Maça ‘çarşem’ û ‘pencşemê’ bû rojev: ‘Kî bi ser ket bila here nimêja înê’

25-10-2023
Nîşan Çarşambaspor Perşembespor Maç Rojev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Maça tîmên Çarşambaspor û Perşembesporê yên Lîga Amator a Tirkiyeyê di torên civakî de bû rojev.

Çarşambaspor tîma bajarê Samsunê, Perşembespor jî tîma bajarê Orduyê yên Tirkiyeyê ne.

Dê her du tîm 26ê meha bê (Çiriya Paşîn) werin pêşberî hev lê maça wan ji niha ve bûye rojev.

Gelek kesan di torên civakî de li ser vê maçê şîrove kirin.

Hinek ji wan şîroveyan bi vî awayî ne:

“Kî bi ser ket bila here nimêja înê”

“Ji çarşemê ve xuya ye ku dê pêncşem bi ser bikeve.”

“Kêfa ‘Yekşemsporê’ tê”

“Ji bo wekheviyê bila maç şeva çarşemê dest pê bike, pêncşemê xelas bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst