Amedspor bi encama 2-0 Bursaspor têk bir

25-09-2022
RÛDAW
Nîşan Amedspor Bursaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Amedsporê bi encama 2-0 tîma Bursasporê têk bir û 3 puanên lîstikê bidestxistin.

Îro di hefteya 6mîn a lîga 2 a futbola Tirkiyê de, tîma Amedspor li Amedê mêvandariya tîma Bursasporê kir.

Bi hezaran alîgirên tîma Amedsporê ji bo dîtina lîstika îro beriya çend saetan li dora stadyumê amade bûn û bi nêzîkbûna dema lîstikê re derbasî nav stadê bûn.

Lîstikê di saet 19:00an de destpê kir û tîma Amedsporê di xûlekên destpêkê yên lîstikê de bi êrîşan dest pê kir.

Di xûleka 31an de yarîzanê tîma Amedsporê Mehmet Alaeddinogl gol avêt û bi encama 1-0 Amedspor li pêş Bursasporê ket.

Nîveya yekem a lîstikê bi wê encamê bi dawî bû.

Di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Amedsporê karî bi awayekî serkeftî bilîze û di xûleka 50 a lîstikê de Mansur Çalar gola duyem ji tîma xwe re avêt û bi wê yekê Amedspor bi encama 2-0 li pêş Bursasporê ket.

Lîstik heta dawiyê bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst